Ziman li her derê wek çavkaniya jiyanê û mafê bê hempa tê nirxandin. Bê ziman civat bê dest û pê ye. Bê ziman pêşveçûna civatan ne mimkûn e. Û herî girîng; bê ziman mirov nivcû dimîne. Welatên Ewropayê vê yekê her ditîne û li gor vê yekê jî yasayên xwe yên bingehîn de mafên zimanan wek mafên bingehîn ya mirovan pejirandine. 17 ji 27 welatên YE’yê di yasayên xwe yên bingehîn de, zimanên xwe wek nîşana çanda xwe nirxandine. Mada 8’an ya Yasaya Bingehîn a Federal ya Otrîş’ê (Avistirya) dibêje: “Zimanê Elmanî, bê ku mafê kêmnetewan yên ku ji aliyê zagonên federal hatine pejirandin, zerar bibîne, zimanê dewletê yê komarê ye”. Herwaha mada 70’an ya Swîsre’yê dibêje: Zimanê Federal Elmanî, Fransizî û Îtalyanî ye“. Li Fransayê ji 1631 heta îro, Civata Pisporan Academémie Française ji bo parastin û pêşxistina zimanê fransizî radiweste. Di mada 2’em ya yasaya bingehîn de tê nivîsandin: „Zimanê Komarê fransizî ye“. Ji sala 1972 peyve komîsyonêke termînolojîyan ji bo termên nûh karê xwe didomîne. Ev komîsyon ji bo hemû karên fermî temînolojîyan diafirîne. Wek ji bo Compûter: Ordinaateur; ji bo programan Logiciél. Ji bo termên englizî jî, termên fransizî tên afirandin. Bi wê yekê jî yekitiya ziman û bingeha zimanê fransizî zindî dimîne. Li Fransayê ziman jiyana polîtîk û civatî di afirandinên xwe de diberiqîne. Wek hemû pêşveçûnan, pêşveçûna ziman jî wek perçeyêkî jiyana mirovan e û ziman jî li gor qeyd û şertên xwe di parelela nirxên din ve gavan davêje. Lê ne tenê li ewropyaê, li welatên din ya dinyayê jî azadiya zimanan tê bejirandin û pir ziman li gel hevdu dijîn û geş dibin. Mînakêki girîng ji bo dewlemendiya zimanan Hindîstan e. Li Hindîstanê zimanê Hindî û Englizî zimanên fermî ne. Li gel van zimanan, di yasaya bingehîn de 22 ziman wek zimanên netewî tên pejirandin. Lê li welatêkî wek Hindîstanê mezin de hîn zedetirîn ziman hene. Bi gelemperî 35 zimanên din hene ku, her yek ji wan ji aliyê yek mîlyonê zêdetirîn mirovan tên axaftinê. Her yekê wan zimanan xwediyê nivîsandinêke cûda ne. Li Hindîstanê 12 elifbayên cûda hene. Evê yekê dibe asteng ku gelên Hindîstanê bi hevdu re bikevin nav komûnikasyonê. Ji aliyê zimanan de, welatêkî balkeş jî Belçika ye. Li Belçîkayê her mirov serbest e zimanêkî biaxife û fermî pêk bîne. Li Belçîkayê sê ziman tên ceribandin: flamenî, fransizî û elmanî… Lê li Tirkiyê rewş heta îro jî rê nedaye ku zimanên din li gel zimanên tirkî bi fermî werin axaftin û bibin perçeyêkî jiyana civatî. Ev rewş dikare xwe bigûherîne. Di dema îroyîn de li Tirkiyê li ser yasaya bingehîn ya nûh niqaş tê çekirin. Divê Tirkiye rê bide ku, zimanê kurdî jî li gel zimanê tirkî wek zimanê perwerde û zimanê fermî were pejirandin. Tenê bi vê riyê kurd dikarin ku, xwe mafdar bibinîn. Bê mafê zimanê di hemû beşên jiyanê de, kurd nikarin bibin xwediyê mafên xwezayî û nakokî, astengî tu car bi dawî nebe |
Bu
yazıya 0
adet yorum yapıldı.
|
|
|
|
|
|
|
Ziyaretçi Sayımız |
2338032
|
|